Komîna_Felsefe – Telegram
Komîna_Felsefe
1.71K subscribers
34 photos
5 videos
37 links
Bi destpê kirina Tevgera Apogerî, Min komîna xwe ya felsefe ava kir. Rêber Apo
#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Download Telegram
Komîna_Felsefe
📚🔍Helbesta Edgar Alan: xewneke di nava xewneke de (A Dream within a dream) Hilde vê ramûsanê ser eniyê ! Ku ji te vediqetim niha Bihêle eşkere bibêjim wiha- Tu ne xelet î ku dibêjî Rojen tev xewnek bun. #komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼 Adresa me ya telegram…
📚🔍📚🔍Kanalê me ya bi navê Komina Felsefe bişopînin û bidin şopandin.

📌Bi destpê kirina Tevgera Apogerî, Min komîna xwe ya felsefe ava kir. Rêber Apo

#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
4👍1👏1
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
📚🔍Giordano bruno fîlozof, kahîn û ramanwerekî îtalî bu ku di sedsala 16-an de jiyaye. Bruno kesayetek grîng bû û pergalên ramanê yên serdema xwe berovajî dikir û ramanên pejirandî yên serdemê dipirsî. Fikrên wî yên li ser gerdûnê bêdawî û hebûna exteren din ji aliyê otorîterên dînî û zanistî yên wê demê nedihatin pejirandin.

#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
6👏2
📚🔍Albert Anisteyn: ''Hişê(aqlê) mirov ne bi bersivên ku dide, bi pirsên ku dike diyar dibe.

#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
3👍1
📚🔍Ziman bingeha şaristaniyê ye.

#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
2🥰1👏1
📚🔍Baruch Spînoza: ''fam kirin destpêka hez kirinê ye.''

#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
6👏1
📚🔍 Adonis: Em dişibin masiyên ku di goleke genî de hevûdin dixwin û gol çiqas diçe Ziwa dibe.

#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
👍21
📚🔍 Goetha: Dinya ji bo dilên hestiyar dojehe.

#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
❤‍🔥3👏3
📚🔍Li Ser Pirtûka ‘Rexneya Aqilê Pratîk’ a Immanuel Kant

“Rexneya aqilê pratîk” pirtûka I. Kant e ku tê de etîkê bi rengekî nû formule dike û dibe du beş:
1- “Analîza aqilê pak ê pratîk”ê kant dibêje: Regezê biratîkî mijarên ku biryardariya giştî ya îradeyê dihewîne û qaîdeyên pratîkî xwiyatî û babetî, di bin wan de ne. Û di vir de, hemû têhegan rave dike. Xwiyatî, postulatek îradeya taybet e. Babetî, zagonên pratîkî ne ku ji bo her heyînek aqil derbasdar in. Aqilê pratîkî ew e ku rasterast îradeyê jivanî dike. Li gor wî zagona bingehîn a aqilê pratîk, zagona sincî ye. Dema behsa regezan dike kant dibêje: Yekane regeza di zagona sincî de xweserî ye, yanî azadî ye ango tu regez xeynî wî tune.

#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
2👏2👍1
Komîna_Felsefe
📚🔍Li Ser Pirtûka ‘Rexneya Aqilê Pratîk’ a Immanuel Kant “Rexneya aqilê pratîk” pirtûka I. Kant e ku tê de etîkê bi rengekî nû formule dike û dibe du beş: 1- “Analîza aqilê pak ê pratîk”ê kant dibêje: Regezê biratîkî mijarên ku biryardariya giştî ya îradeyê…
🎈Piştî ku zagona sincî diyar dike, balê dikşîne mijarên aqilê pratîk û dibêje: Têgehên qencî û xerabiyê mijarên aqilê pratîk in. Ew kiryar in, ne hest in.
Kiryar: Ya ku qaydeya melekeya serwerî li ser her mirovî dide sepandin e.
Hest: Bi xwesteka takekesî ve girêdayî ye, ango hesta êş û kêfê ye.
Pişt re, behsa berevanîkirina aqilê pratîk dike .Di berevanîkirinên aqilê pratîk de, îradeya mirov ji bilî zagona sincî bi tu tiştî nayê. Di zagona sincî de hesta rêzgirtinê yekane hest e, ji ber ku ne bi eslê xwe yê ampîrîk e û ji sedemeke aqilane pêk tê. Ji têgeha berevanî têgeha feydeya sincî derdikeve holê, ku feyda pratîkî tenê ye, ji hestan bêpar e. Ji kiryara ku li gorî zagona sincî tê kirin re erk tê gotin. Pêwîst e ku heyînek aqil di derbarê xwestekên xwe de niyeta sincî ya postûlasyonên xwe li ser pabendiyek sincî bingeh bigire, ne li ser radestkirina razî, lê li ser rêzgirtina ku fermana pabendbûna zagonê dide.
2- Diyalektîka eqilê pak ê pratîkî: Ew beşê duyem ji pirtûkê e li ser dîyalektîkê diaxive. Di destpêkê de kant têgeha başiya herî bilind jivanî dike. Dibêje: Aqilê pratîkî li tevaya bê şert û mercan a bi pratîkî digere, ku mijara wê di bin navê başiya herî bilind de ye. Kant bi vê pirsê dest pê kiriye: Başiya herî bilind bi pratîkî çawa gengaz e? Divê ku derxistina vê têgehê transcendent be, divê pêwîstî û pêşîn be û şertê gengaziya wê li ser bingehên zanîneke pêşîn be. Pêkanîna başiya herî bilind di cîhanê de mijara pêwîst a îradeyek e ku dikare bi zagona sincî ve were destnîşankirin, lê bi tevahî lihevhatina niyetan bi rêgeza sincî re di vê îradeyê de şertê herî bilind e ji bo başiya herî bilind û ev tişt ev e pîroziyek ku di cîhana hestiyar de ti heyînek aqilî jê re nine ku bikaribe bi hev re bişopîne, lê dîsa jî ew bi pratîkî pêwîst dike. Ji ber vê yekê, ew tenê dikarin bi pêşkeftina bêdawî ber bi wê ahenga bêkêmasî ve bibin. Ev pêşkeftina bêdawî, ne gengaz e ji bilî hebûna kesayetiyek bêdawî û domdar û hebûna kesayetiyek ji bo heman heyîna aqilmend bixwe ku jê re (nemiriya giyan) tê gotin.
Piştî ku Kant têgeha nemiriya giyan da nasîn, têgeha xwedê jî nasan û got: ‘Li ser hebûna Xwedê, wekî desteserkirina aqilê pratîk.’ Zagona sincî, me ber bi peywira pêvajoyê ve birin, ku tenê ji hêla aqilê pak ve hatîye ferzkirin, bêyî ku destwerdana hêmanên hestî yên ji bo desteserkirina nemiriya giyan were kirin, piştre me ber bi gengaziya ku hêmana duyemîn a başiya herî bilind ber bi bextewariya ku gincav e bi sincî re girê bide. Û bi vî awayî, me dihêle ku hebûna sedemek bikêr ji bo vê bandorê bihesibînin, ango divê hebe ku ew hebûna Xwedê hewce dike ku bi gengaziya başiya herî bilind ve girêdayî ye. Ev pêwîstîya sincî xwiyatî ye, yanî hewce ye û ne babetî ye. Di derbarê hewcedariya armanca pratîkî de, ew dikare bi tenê baweriya aqilekî pak were binavkirin. Bi vî awayî, zagona sincî, bi têgeha başiya herî bilind, wekî mijara aqilê pratîk û armanca wê a dawî, me digihîne olê, ango hemî erkan wekî fermanên îlahî, ne wekî cezayan da zanîn. Bi vî awayî, Kant rexneya xwe ye a aqilê pratîk bi dawî tîne û tê de xalên girîng yên ku gelek feylesof li serê rawestiyabûn, bi awayekî nuh formule kiriye.


#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
👏32
📚🔍 Confucius: ''Jiyan bi rastî hêsan e, lê
em israr dikin ku wê aloz bikin."

#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
14👍1
📚🔍Başî û Xerabî di Felsefeya Immanuel Kant de


“Ku rêgeza xerabiyê li kêleka rêgeza başîyê dimîne an jî li ser xirabiya bingehîn di xwezaya mirovahiyê de: ‌‏Ji ber vê yekê, Kant bi teoriya xwe ya xerabî û başî, bi eslê wan, nakokiya di navbera wan de û asta hebûna wan a di xwezaya mirovahiyê de û bandora wan a li ser wê dest pê dike. ‌‏Kant dest bi danberheva felsefeyên bi hev re di derbarê radîkalbûna xirabî û başiyê di xwezaya mirovatiyê de dike, hinekan ji wan got ku xerabî beşek ji xwezaya mirovî ye û hinekan ji wan jî got ku xwezaya mirov baş e. ‌‏Lê Kant dibêje: ku mirov bi cewherê xwe ne xerab e, lê em ji kiryarên wî yên gemar bi awayekî berê derdixin holê ku ew xerab e û postulatên (muselimst) gemar e ku bingeha ku ew xwe dispêre wê ye. ‌‏Ji ber vê yekê, ya ku di vir de di bin xwezaya mirov de têgihêştin , tenê bingeha xwiyatî ya bikaranîna azadiya wî bi giştî ye û ev bingeh dikare çi bixwaze dikare biafirîne. ‌‏Di şûna wê de, bingeha xerabiyê di mijarek taybetî ya îradeyê de bi hin meyl û meylek xwezayî nayê dîtin, lê tenê di rêgezek ku îrade ji xwe re afirandiye da ku azadiya xwe bikar bîne, ango di hin postulat de. ‌‏Dema ku em dibêjin ku mirov bi xwezaya xwe baş an xirab e, ev yek ji wê pê ve tê wateya ku ew bingehê yekem vedihewîne."

#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
1👍1🔥1
Komîna_Felsefe
📚🔍Başî û Xerabî di Felsefeya Immanuel Kant de “Ku rêgeza xerabiyê li kêleka rêgeza başîyê dimîne an jî li ser xirabiya bingehîn di xwezaya mirovahiyê de: ‌‏Ji ber vê yekê, Kant bi teoriya xwe ya xerabî û başî, bi eslê wan, nakokiya di navbera wan de û asta…
💢Ji ber vê yekê em ê li ser yek ji van cewheran bibêjin ku ew bi xweajo (fitra)tê de heye.Lê belê, di tiştan de em her dem dipejirînin ku xweza ne sûcê wî dike (dema ku ew xirab be) û ne jî qedrê wê digire (gava ku ew Baş be). Belê, mirov bi xwe xwediyê wê ye û sedema wê ye, ji ber ku başî û Xerabî di mirov de tenê bi wê wateyê ku di bingehê wî de ye, berî her karanîna azadiyê di serpêhatiyê de ye. ‌‏Li ser pirsa wî ya li ser naverast di navbera başî û xerabiyê de di mirov de, ‌‏Kant dibêje: Ji bo teoriya sincî bi giştî pir girîng e ku heta ku ev yek pêkan be, ne di kiryaran û ne jî di xwezaya mirov de ti tiştên sincî yên navînî dipejirînin. Kant li ser amedbûna eslî ya başî ya di xwezaya mirov de wiha dibêje: Em dikarin wê yekê bi nihêrandina armanca ku ew li ser sê astan bingeh digire wekî hêmanên ku destnîşankirina mirov dikin: ‌‏1- Amadebûna li hember ajeldariya mirov wek jîndar. ‌‏2- Amadebûna bi mirovatiya xwe re ji ber ku ew jîndar e û di heman demê de aqilanî ye. ‌‏3- Amadebûna bi kesayetiya xwe re ji ber wê yekê ku ew heyînek aqilane ye û di heman demê de dikare berpirsiyariyê hilgire.

#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
👍31
📚🔍Epistemologia (Epistemology) û Arîşeyên wê ên Esasî
Zanînî (bilgi, knowledge) ber û hilberîyeke ku di dawîya (encam) têkilîya di navbera object (bar, nesne) û subjectê (barbir, özne) da dertê holê. Epistemologia (zanînnasî, epîstemolojî) jî, wekî bineşaxeke felsefê (philosophy) lêgerîna wê têkilî û girêdanîyê ji xwe ra kiriye armanc û li wan, vedikole. Epistemologia, li bersiva pirsên wekî: 1- ‘Cudatîya ku di navbera object û subjectê da heye, gelo ew cudatiyeke meşrû ye, yanê na?’ 2- ‘Gelo, zanînî heye yanê na?’ 3- ‘Bi rastî jî, zanînî dikare zanîna objectan bide me, yanê na?’ 4- ‘Gelo, meriv dikare behsa zanînîyê bike?’ û hwd. digere û dixwaze ku wan bersivan bibîne. Herweha li peyvên wekî rastî, misogerî, aşkeratî (xipxuyatî), ezmûn (toklîn, experiment) aqil û hiş (zêhn, mind) vedikole û dixwaze ku wan di vê gurzê da bi awayekî rast rabixe holê. Epistemologia wekî bineşaxekê felsefê, di dewra nûjen (modern) da derketiye holê. Ji dema derketina holê a felsefê, hatta dawîya Serdema Navînî jî zanînî (bilgi, knowledge) wekî arîşeyekê nehatiye dîtin.

#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
1👍21👏1
Komîna_Felsefe
📚🔍Epistemologia (Epistemology) û Arîşeyên wê ên Esasî Zanînî (bilgi, knowledge) ber û hilberîyeke ku di dawîya (encam) têkilîya di navbera object (bar, nesne) û subjectê (barbir, özne) da dertê holê. Epistemologia (zanînnasî, epîstemolojî) jî, wekî bineşaxeke…
📌📚Philosophan, heyînê ji xwe ra wekî mijar hilbijartine û zanînîyê jî, wekî tişteke ku amade be dîtine.

Hebûn an jî tunebûna zanînîyê an derfeta gihîjtina zanînîyê, ji wan ra nebûye arîşe û li ser nesekinîne. Çimkî zanîna tiştekî bi saya dîn, irf û adetan yan jî bi mythosan, dihate şirovekirin û ev yek, ji bo wan wekî bingeheke meşrû bû jî. Numûne: Heke philosophekî di Serdema Navînî de bigota ‘xwedê, yeko yeko dikare bi hemû objectan bizanibe’ bêguman, wî dikaribû di pirtûkên pîroz da ji vê gotina xwe ra bingehekê bidîta û bi ramanên civakê ra, li hev bihata. Lêbelê, di Serdema Nûjen da ev dîmen, bi temamî hatiye guherînBi taybetî, philosoph û zanyarên (scientist) wekî Kepler, Kopernîk û Descartes bi kêmbûna tesîra dîn ra, zanînîyê ji xwe re kirine mesele. Êdî ew zemînên (dîn, mythologia, irf û adetên civakê û hwd.)ku wekî meşrûîyeta zanînîyê dihatin dîtin, hêdî hêdî diheliyan û di dawiyê da jî, ji holê radibûn. Aqil, hedî hêdî dibû tekane desthilatdar û vê yekê jî, arîşeyên wekî xipxuyatî, misogerî û rastkirinê, bi xwe ra dianî û têgihên navborî, di qada felsefê de dibûne arîşe.  

#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
1👍21👏1
🎈💢📚Platon peyva epistemeyê, ji peyva şikê (doxa) serbixwe ditiye û weha jî, bikar hanîye.

Platon peyva epîstemeyê, di rîya lêgerîna zanîneke rast û misoger da, wekî zanînîyên mathematik û geometriaê ku nikarin ji aliyê aqil va werin înkarkirin û ji şaşnîşandana sehekan xwe rizgar kirine, derxistiye pêş. Nexwe, hê ji destpêkê ve misogerî armacekê felsefê bûye, ku dixwest xwe bigihîne wê. Bêguman lêgerîna misogeriyê jî, bi xwe ra pirsa ‘gelo zanînîyên ne misoger jî hene?’ aniye bîra merivan. Ango, şik û şikwerî, li ser kar e. Platon û gelek philosophên ku piştî Platon hatine, xwestine ku xwe bigihînin wê misogerîyê. Lêbelê meriv dikare bi hêsanî bibêje ku bidestxistina zanînîya misoger û xipxuya, karekî gelek zehmet e. Lewra di mijarên gerdûn, exlaq, heyîn, huner û hwd. da, hilberandina zanînîyan (bilgi, knowledge) ne hêsanî ye. Zanînîyên ku di wan mijaran de dihêne hilberandin, îmkan tune ku bi toklîn (deney, experiment) û çavdêrîyan (observation, gözlem), werin ceribandin. Lewra ew zanînî, nedîtbar (abstract, soyut) in. Lêbelê di jiyana me a rojane da, hinek zanînên me hene û em dizanin ku ew bi kêrî me dihên û kêrdar (sûdmend) in. Numûne: Em pê dizanin ku em sîsikekê dara hinarê li bostanê xwe biçînin û têra xwe wê av bidin, wê jê darekê hinaran bibişkife. Lêbelê hevalekî me dikare bibêje ‘gelo hûn ji kû dizanin ku ev darekê hinarê ye?’ û ‘gelo hûn dizanin ku kakilê (gewher) dara hinarê çi ye?’ û gelek pirsên bi vî rengî, ji me bike û em jî dikarin hatta hetayê nehêlin ku ew li tahma hinarên me binêre.

#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
11
Komîna_Felsefe
🎈💢📚Platon peyva epistemeyê, ji peyva şikê (doxa) serbixwe ditiye û weha jî, bikar hanîye. Platon peyva epîstemeyê, di rîya lêgerîna zanîneke rast û misoger da, wekî zanînîyên mathematik û geometriaê ku nikarin ji aliyê aqil va werin înkarkirin û ji şaşnîşandana…
📌🗣✍🏻Lêbelê di tarîxa felsefê de, meriv dikarê bibêje ku gelek merivên wekî wî hevalê me hene û gelek pirsên bi vî rengî jî pirs kirine. Ji wan merivan re ‘Şikwer’ hatiye gotin. Hindek meriv jî derketine holê û hewl dane ku bikanibin bersivên pirsên merivên şikwer bidin û ji wan re jî ‘Dogmatîkî’ hatiye gotin. Philosophên dogmatik, ji hebûna zanîna misoger ti carê neketine şikê û hewl dane ku hebûna zanînîya misoger û rast, bipeyîtînin. Di peyîtandina vê yekê da carina serî li aqil (reason) dane, carinan li toklînê (ezmûn, experiment) û carinan jî serî li ferasetê (intuition, sezgi) dane. Merivên dogmatîkbi tenê ji bo ku bidestxistina zanayiyê pêkan dîtine, bi vî navî hatine nasîn. Merivên dogmatîk xwe di nav ecolên ramanî ên wekî rationalism, empiricism, fenomenolojî (dîtdarnasî) û hwd. da îfade kirine. Di dawiyê da meriv dikane bibêje ku problema sereke a epistemologiaê, problema hebûn an tunebûna zanînîyê (bilgi, knowledge) ye. 

#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
13
💥🪐🌎Zanînî pêkan e gelo? Nêrîna Şikwer û a Dogmatîkî 

Hebûn an jî tunebûna zanînîyê, arîşeya esasî a epistemologiaê ye. Ji dema Georgîasî va, sceptic dibêjin meriv nikarin bi heyînan bizanibin û di destê wan da derzîyek heye û pê, balonên dogmatîkan diteqînin. Derheqê hebûn û tunebûna zanînîyê de, philosoph bûne du beş: philosophên şikwer û philosophên dogmatîk. Herçuqasî şikwer di tarîxa felsefê da, ne xwedîyê roleka mezin bin jî, ji bo bersivandina pirsên wan, ecolên nû ên philosophic derketine holê.

#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
11👏1
⚡️💥🌔Çavkanîyên Şikê: Li hemberî îdîayên merivên şikwer ku gotine ne pêkan e meriv xwe bigihêne zanînîyên rast, merivên dogmatîk jî hewl dane ku hebûn û hilberandina zanînîya rast îsbat bikin. Di warê hilberandina zanînîyê da, hinek philosophan aqil wekî bingehekî dîtine, hinekan gotine zanînî encax bi saya ferasetê (sezgi, intuition) dikare were hilberandin, hinekan girîngiya toklînê (deney, experiment) derxistine pêş û hinekan jî bûyerê (fact, olgu) wekî bingeheke sereke dîtine û bi vê helwesta xwe ra jî, xwestine ku rê li ber şika şikweran bigirin. Lêbelê şikwer, bi şik xwe nêzîkê wan babetan kirine û gotine ku derheqê zanînîyê de, çavkanîyeke zexim tune.
Li Gor Şikweran, Çavkanîyên Şikê: 1- ‘Guhêrbarîya (veguhestokî) serhatî (experience, deneyim) û pêhesiyê.’ 2- ‘Pênebawerîya pêşniyarîyên (önerme, proposition) zanistî ên ku têne pêşkêşkirin.’ 3- ‘Dîmaneyîa (îzafîtî, rolatîvî) ku ji guhêrbarîya hemû tiştan dihê.’ 4- ‘Guhêrbariya bêrawest, a heyînê.’ 5- ‘Di dema hilberandina zanînîyê da, pirbûna rêgehên ku aqil wan bikar dihêne.’ Dubentîya heyînê ku ji destpêka felsefê va hebûna xwe diparêze û ligel hemû veguhêranan wekî xwe dimîne, herdem bûye arîşeya felsefê. Hinek philosophên wekî Herakleîtos, weha bawer kirine ku heyîn herdem tê guhêrin û wekî xwe namîne. Heke ev yek rast were pejirandin, wê demê derheqê heyînên guhêrbar da, hilberandina zanînîyê jî, dê gelekî dijwar be. Şikwer jî, ji vê xalê sûd werdigirin. Heke wisa be û heyîn herdem biguhere, wê demê zanînîyên derheqê wan da jî, dê herdem biguherin û guhêrbar bin. Herweha dê zanînîya mayende, misoger û gerdûnî jî, tunebe. Ji hêla din ve jî em heyînê, encax li gor hêza (têgihîjtin) sehekên xwe dizanin. Mesela dema em kevirekî didine destê xwe, em pê derdixin ku ew hişk e, bi dîtine em dizanin ku pelên daran şîn in û hwd. Lêbelê dema em li bin şewqa floresanê rawestin, wê demê dê işlikê me yê xemrî, mîna şîneke vekirî xwiya bike. Nexwe, sehekên me, derheqê heyînekê da, dikanin zanînê cuda hilberînin. Di vê rewşê da, derheqê heyînê da dê pêhesîyên me jî guhêrbar bin. Li hemberî şikweran, kelehên herî zexim; bêguman yek aqil e û a din jî, toklîn (deney, experiment) e. Şikwer di babeta hilberandina zanînîyê da, aqil bêhêz dibînin. Lewra aqil, zanînîyên ku ji pêhesî û sehekan tên, bi kar dihîne û weha dixebite. Heke sehek û pêhesiyên me guhêrbar bin, wê demê dibe ku aqil jî şaşîyan bike û zanînîyen şaş (çewt) hilberîne. Ji ber vê çendê, hêza aqil jî têrê nake ku zanînîyan hilberîne. Li hemberî şika şikweran, zanînîya herî ewledar (jixwebawer), zanîna zanistî (bilimsel bilgi, scientific knowledge) ye. Zanînîya zanistî ji ber rêbazên xwe ên ku bi kar dihîne, ango ji ber çavdêrî û toklînê, xwedîyê hîm û wesfên xwemalî ye. Ji ber ku hem bi awayekî teorîk û hem jî, bi awayekî prarîkî dikare were peyîtandin, bûye zanîneke ewle û pêbawer. Mesela pêşniyarîya ‘ji bilindahiyeke kevirê ku terayê xwarê bibe, bi lezekê diyar dadikeve xwarê’ di teorîyê da bi qanûna axkêşanê û di pratîkê da jî, bi rîya ceribandinê dikare were peyîtandin. Lêbelê pêşveçûnên dawî ên zanistî, weha kirine ku îdîayên şikweran zêdetir û xurttir bibin. Şaşderketina zanînîyên zanistî ên rabirdûyê, ku bi rêbazekê rast hatibûn hilberandin, neewledarîya zanînîya zanistî jî derxiste holê. Mesela di rabirdûyê da, astrologia Batlamyûsî weha diyar kiribû, ku dinya ripîrast e. Lêbelê di Serdema Modern da zanyarên wekî Galîleo, Kepler û Kopernîkî, gotin ku dinya me gilover e û vê yekê peyîtandin. Di rabirdûyê da, bawerî pê hebû ku atom dabeş nabe û perçeyê herî biçûk, ê madeyê ye. Lêbelê dema niha, hatta bêdawîyê atom dikare were dabeşandin û di warê çekên kimyewî da jî, dihê bikaranîn. Zanista ku hatta dewra Francis Baconî rêbaza berjêrwerîyê (tümdengelim, deduction) bikar dihanî, piştre rêbaza berjorwerîyê (tümevarım, induction) hilbijartiye. Li gor encamên, geşedanî û pêşveçûnên zanistî, hatiye peyîtandin ku zanînîya zanistî jî, dikare biguhere û bi demê re, pûç bibe. 

#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
14
📌🗣✍🏻 "Gava her tişt hêsan e, meriv zû tembel dibe." Maxim gorkî

#komina_felsefe #jinjiyanazadi 🌼
Adresa me ya telegram : @komina_felsefe
Adresa me ya instagram: @instagrama_komina_felsefe
111