Radio Rojava – Telegram
Radio Rojava
4.56K subscribers
22.1K photos
4.04K videos
66 files
343 links
Download Telegram
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Şervanên akadîmiya Şehîd Jînda tetbîqatên xwe yên leşkerî pêk tînin û haziriyên xwe ji bo çeperên şer dikin.

مقاتلو أكاديمية الشهيد جيندا يجرون تطبيقاتهم العسكرية ويستعدون لجبهات القتال.

Rojava FM
14
3
Radio Rojava
Photo
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Bi geşedanên dawî yên li Sûriyê û belavbûna hêzên cîhadîst li seranserî welat, pêkateyên cuda yên Sûriyê wekî Xiristiyan, Elewî, Durzî û Kurd, her wiha jin dibin armanca hêzên cîhadîst. Di vê rewşa aloz de careke din jin û gel dibin hedefa êrîşan, ji ber wê ji herdemê zêdetir pêwîstiya hêzên civakî bi xweparastinê heye. Bi êrîşên dewleta faşîst a Tirk û komên wê yên çete li bajarê Minbicê gel rastî komkujî û revandinê tên û bi taybet jinên çalakvan tên hedefgirtin, qetilkirina hersê endamên Kombûna Jinên Zenûbya mînaka vê rastiyê bû. Her wiha li bajarên weke Tartûs, Hema, Latqiyê, Şamê û hwd… gelê Sûriyê yê ku li dijî êrîş û binpêkirinên li dijî perestgehên olî, talan, kiryar û destdirêjiyên cîhadîstan rabûn û xwepêşandan pêşxistin, rastî êrîşan hatin û di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûn.
Piştî rûxandina rejîma Baas em di qonaxa avakirina Sûriyeke nû de ne. Lê pêwîste ev pêvajo bi îradeya gel û jinan bê meşandin. Ger Sûriya nû li ser esasê dînamîka civakê neyê avakirin, ewê dawiya wê jî bê. Tenê bi beşdariya wekhev a jinan û hemû pêkhateyên cuda yên olî, çandî û etnîkî em dikarin welatekî demokratîk, adil û bi ewle ava bikin. Me li dijî rejîma Baas, DAIŞ, êrîşên dewleta Tirk a faşîst û her cure zext û koledariyê li ber xwe da. Di berxwedana me ya dîrokî de hêza me ya cewherî a civakê hertim esas bû. Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu carî li benda dewletek an hêzekê nebûn ku parastina me bike. Ji bo wê îro ji her demê bêhtir divê gel bi ruhê şerê gelê şoreşgerî parastina xwe bike, bi hêza xwe bawer be û hêza civaka xwe esas bigre. Ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û Kurdistaneke azad me gelek berdêlên giranbiha dan. Ji bo wê emê heya dawî dilsozê şehîdên xwe bin û destkeftiyên gelê xwe biparêzin.
Êrîşên li hemberî pêkhateyên cuda weke Xiristiyan, Dûrzî û Alewî, êrîşên li hemberî me hemûyane. Êrîşên li ser jinên Sûrî, êrîşên li dijî destkeftiyên şoreşa jin in. Ji bo wê girînge ku hemû beşên civakê li her derê mekanîzmayên xwe yên parastinê ava bikin. Divê mirov ji her temenî, ji her pêkhateya civakê werin cem hev bajar, tax û kolanên xwe biparêzin.
Weke hêza HPC û HPC-JIN em parastina şoreşa Rojava û destkeftiyên wê weke erka xwe ya sereke dibînin. Parastina Rojava tê wateya parastina tevahî Sûrî û Rojhilata Navîn. Bi parastin û mezinkirina destkeftiyên şoreşa jinê li seranserî Sûriyê em dikarin ber bi welatek demokratîk û azad ve gavan bavêjin. Parastina pirrengiya li Sûriyeyê bi hemû sembol, urf û kevneşopiyên wê pêwîsteyeke lezgîne û ev erk û berpirsiyariya me hemûyan e. Em bi taybet wek HPC-JIN bangawaziya gelên Sûrî dikin ku civaka xwe bi felsefeya Jin Jiyan Azadî biparêzin.

Kordînasyona Giştî ya HPC û HPC-JIN
30 Kanûn 2024

Rojava FM
👍4
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
مشاهد من عمليات قوات سوريا الديمقراطية في ريف تل تمر.
Dîmenên çalakiyên Hêzên Sûriya Demukratîk li gundewarê Tiltemirê.

Rojava FM
3
الإدارة الذاتية تعطّل الدوام في مؤسساتها بمناسبة رأس السنة الميلادية

Rêveberiya Xweser roja Çarşemê kir betlane
https://ronahi.tv/?p=304484

Rojava FM
3
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
Balafirên keşfê a bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê El-Hîşa yê dikeve rojhilatê bajarê Eyn Îsayê bombabaran kir.
Di encama bombebaranê da zararin madê çêbûn .
استهدف طيران الكشف تابع الأحتلال التركي حاجز لقوى الأمن الداخلي في قرية الهيشة الواقعة في الريف الشرقي لبلدة عين عيسى.

Rojava FM
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Em çek danînin, em ê li himber dijmin bisekinin.
Berxwedan Jiyane ✌🏻
سنقف سد امام الاعداء
المقاومة حياة ✌🏻
Rojava FM
12
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
#Lezgîn
Artêşa Tirk a dagirker bi top û çekên giran satsyona ava vexwarinê ya gundê El-Fetsa yê dikeve rojhilatê bajarê Eyn Îsayê topbaran dike.
#عاجل
يستهدف الاحتـ ـلال التركي في هذه الاثناء مضخة مياة الشرب في قرية الفاطسة الواقعة في الريف الشرقي لمدينة عين عيسى بالمدفعية والأسلحة الثقيلة .

Rojava FM
👍1
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Di çarçoveya şerê gelê Şoreşgerî de, welatîyên gundê Korek ê dikeve rojavayê bajarê gerêspî, avakirina tabûra Şehîd Kawa û destnîşan kirin ku wê li gel hêzên xwe ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo parastina axa xwe û şoreşa xwe hata dawî ji her tiştê ra amedenin .

في إطار حرب الشعوب الثورية أعلن أهالي قرية كورك الواقعة في الريف الغربي لمدينة تل ابيض تشكيل طابور الشهيد كاوا والالتفاف حول قوات سوريا الديمقراطية للدفاع عن أرضهم وثورتهم .


Rojava FM
9
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
قامشلو :
بيان مجلس المرأة في حزب الاتحاد الديمقراطي حول التطورات في سوريا

Qamişlo:
Daxuyaniya Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokrat derbarê geşedanên li Sûriyê

Rojava FM
7
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Îro, bi sedan şêniyên Hesekê bi merasîmeke girsdeyî 3 şehîdên QSD`ê li goristan Şehîd Dijwar oxir kirin.
شيع اليوم، المئات من اهالي الحسكة جثمان 3 مقاتلين من قوات سوريا الديمقراطية، في مزار الشهيد دجوار في الداودية.

Rojava FM
7
Dewleta tirk a dagirker bi obîsan deboyên genim li gundê Um El-kêf yê rojavayê Til temirê topbaran dike .

دولة الاحتلال التركي تقصف صوامع الحبوب في قرية أم الكيف غرب تل تمر.

Rojava FM
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
وعُقد الاجتماع في إمرالي: "إن إعادة تنشيط الأخوة التركية الكردية هي مسؤولية تاريخية ومهم جدًا وضروري لمصير الشعب".

Hevdîtin li Îmralî pêk hat: "Jinûve xurtkirina xwişk û biratiya Tirk-Kurdan hem berpirsyariyeke dîrokî ye, hem jî ji bo çarenûsa gelan gelekî girîng û pêwîst e.

Rojava FM
👍53
بمناسبة حلول رأس السنة .. حركة الثقافة والفن تنظم احتفالية للأطفال المهجّرين من عفرين، وذلك في مركز محمد شيخو للثقافة والفن بمدينة قامشلو.

Bi boneya Cejna Sersalê, Tevgera Çand û Huner şahiyek ji bo zarokên koçber ên Efrînê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Rojava FM
8👍1