Radio Rojava – Telegram
Radio Rojava
4.02K subscribers
21.5K photos
3.88K videos
65 files
329 links
Download Telegram
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
#إمرأة مدنية مصابة اثر القصف التركي على سد تشرين اليوم، ترسل رسالة الى المجتمع الدولي باللغة الاجنبية ..
"يجب المشاركة على اوسع نطاق"

Rojava FM
😢8
😢1
Radio Rojava
Photo
Di serî de serê Serokatî û serê gelê Kurdistanê yê bi rûmet saxbe.
Bavê Teyar ji bo Kurdistan û hemû gelên bindest her dem xwedî nirxek têkoşer bû.
Tekoşîna ku wî heta niha daye meşandin îro gelê Kurdîstanê xwedî lê derdikeve û bersiva xwe bi tekoşînê dide.
Berî ku şehîd bikeve di gotinên xwe yê dawiyê de digot: “Em dev ji têkoşînê bernadin, em natirsin û em li virin.”
Îro gelên welatparêz ku rabûne ser lingan xwedî li wî û hevrêyên wî derdikevin.
Ew meşaleya têkoşînê ya ku berî niha bi sala hate vêxistin, emê jî heta dawiyê bibin şopdarê vê meşaleyê.
Bavê minî ku PKK û Serokatî bi min da naskirin û hezkirin, her dem bû rêhevalê min.
Ew bû wesîleya ku ez îro wî hîn zêdetir hîs bikim.
Em weke girtiyên jin ên girtigeha Erzînganê ji malbata wî û ji malbata hevalên li cem wî şehîd ketine sersaxî dixwazin.
Ji 7 heta 70 salî bila serê tevahî gelê Kurd ê bi rûmet saxbe.
Em berxwedana gelê Rojava û bakur-rojhilatê Sûrî silav dikin û ji wan re jî sersaxiyê dixwazin.
Em dev ji têkoşînê bernadin, natirsin û em li virin.
Şehit Namirin..

Silav û Rêzên Şoreşgerî
Li ser navê girtiyên PKK û PAJK yên girtîgeha Erzînganê
Leyla Cuma- Amara
20 Çile 2025

Rojava FM
👍4😢3